Li Sêwregê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin
- 11:11 11 Tebax 2026
- Rojane
Derya Ren
RIHA - Li navçeya Sêwergê jina bi navê Sevîlay Kabadayi, bi îşkenceyê hat qetilkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hat destpêkirin, 4 kes hatin binçavkirin.
Li taxa Hecîcîk a li navçeya Sêwregê di 8'ê Tebaxê de xwestibûn ku Sevîlaya Kabadayi û Şiyar Uran bi çekê qetil bikin.
Şiyar Uran ê ku bi giranî birîdar bû, xizmên wî ew rakiribûn nexweşxaneyê û Sevîlay Kabadayî jî piştî bûyerê bi îşkenceyê hat qetilkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hat destpêkirin 8 kes hatin binçavkirin. Ji kesên ku hatin binçavkirin Cengîz Uran, Delîl Uran, Huseyîn Uran û Ramazan Uran bi tawanbariya "Parastina sûcdar" û "Tunekirina delîlên sûc, veşartina delîlan û guhertina delîlan" hatin girtin.
Herwiha di çarçoveya dosyayê de hat eşkerekirin ku Sîdar Uran û Yusuf Uran jî firar kirine.
Hat eşkerekirin ku derbarê dosyayê de jî biryara veşartinê hatiye dayîn.







