Li Sêwregê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin 2026-08-11 11:11:36   Derya Ren   RIHA - Li navçeya Sêwergê jina bi navê Sevîlay Kabadayi, bi îşkenceyê hat qetilkirin.  Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hat destpêkirin, 4 kes hatin binçavkirin.   Li taxa Hecîcîk a li navçeya Sêwregê di 8'ê Tebaxê de xwestibûn ku Sevîlaya Kabadayi û Şiyar Uran bi çekê qetil bikin.   Şiyar Uran ê ku bi giranî birîdar bû, xizmên wî ew rakiribûn nexweşxaneyê û Sevîlay Kabadayî jî piştî bûyerê bi îşkenceyê hat qetilkirin.   Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hat destpêkirin 8 kes hatin binçavkirin. Ji kesên ku hatin binçavkirin Cengîz Uran, Delîl Uran, Huseyîn Uran û Ramazan Uran  bi tawanbariya  "Parastina sûcdar" û "Tunekirina delîlên sûc, veşartina delîlan û guhertina delîlan" hatin girtin.    Herwiha di çarçoveya dosyayê de hat eşkerekirin ku Sîdar Uran û Yusuf Uran jî firar kirine.   Hat eşkerekirin ku derbarê dosyayê de jî biryara veşartinê hatiye dayîn.