10 gefxwerên malbata Rojîn Kabaîşê hatin binçavkirin

  • 16:05 8 Tebax 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di operasyona li 8 bajaran ku navenda wê Amed e, hatiye destpêkirin de 10 kes bi sûcdariya “Li ser medya dîjîtal gefxwarina malbata Rojîn Kabaîşê” û “gefxwarina malbatên zarokên xwe winda kirine” hatin binçavkirin. Ji van 2 kes hatin girtin.
 
Polîsan li 8 bajarên ku navenda wê Amed e operasyon da destpêkirin û 10 kesên binçav kirin. Hate diyarkirin ku ev kes bi sûcdariya zordariya sîber, gefxwarin û şantajê dimeşandin hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku ev kes malbatên Rojîn Kabaîş, Hîranûr Nîlgun Aygar û Kivanç Umanê jî hedef girtine.
 
Di operasyona de hat daxuyandin ku kesên hatine binçavkirin di platformên dîjîtal de navên koda “C47” û “C99” bi kar anîne û li ser panelên lêpirsînê yên neqanûnî komên girtî ava kirine. Hat diyarkirin ku gumanbaran li ser van koman xebatên zordariya sîber, tacîz, gef û şantajê meşandine û li ser hejmarên telefonê yên biyanî û têkiliyên panelan ên neqanûnî gef li malbatan xwarine û şantaj li wan kirine.
 
Derbarê kesên hatine binçavkirin de bi sûcdariya “gef xwarin”, “bi awayekî dijqanûnî bi dest xistina daneyên kesan” û “bi hîleyê dizîna belgeyên derbarê ewlehiya dewletê de” lêpirsîn hat destpêkirin. Di operasyona hemxwest a 8 bajaran ku navenda wê Amed e, 10 kes hatin binçavkirin. Ji van kesên ku piştî kar û barên îfadeyê yên li miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin, 2 kes hatin girtin û ew şandin girtîgehê.