Di cejnê de jî êrîşên li dijî jinan dewam kirin
- 10:50 1 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Cejna Qurbanê de jî êrîşên li dijî jinan berdewam kirin, mêran 4 jin kuştin û 3 yên din bi giranî birîndar kirin.
Tundiya li dijî jinan, kuştin û mirinên bi gûman di Cejna Qurbanê de jî nesekinîn. Herî kêm 4 jin bi çekan hatin kuştin, 3 bi giranî birîndar bûn û 2'yan jî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeyên di medyayê de, êrîşên li dijî jinan di çar rojên cejnê de wiha ne:
27'ê Gulanê:
Emîne Esen ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi guleyekê bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Dîsa, li navçeya Îzmîtê ya Kocaeliyê, Şafak O. ku ji bo Cejna Qurbanê ji girtîgehê di betlaneyê de bû, hewl da ku jina pêre hatiye zewicandin Gulişah O. û Eda D., ku li heman malê bû, hewl da ku bi alava jêkirinê bikuje.
Tê ragihandin ku tenduristiya jinên ku birine nexweşxaneyê baş e.
Piştî bûyerê êrîşkarê ku reviya hat girtin.
28'ê Gulanê:
Li Burdurê, Veli O. bi çekê jina berê pê re hatibû zewicandin, Sadet O., bi giranî birîndar kir. Sûcdarê ku ji cihê bûyerê reviya, hate girtin.
Li gorî agahiyan, Sadet O., ku rakirine nexweşxaneyê, rewşa wê krîtîk e.
29'ê Gulanê:
Li navçeya Gole ya Ardexanê, Hediye Karakulak (53) piştî ku ji mala xwe derket, di bin şert û mercên bi gûman de li kêleka çemekî mirî hate dîtin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
30'ê Gulanê:
Li navçeya Bayramiç a Çanakkaleyê, Ramazan Canturk Maya Ulker ku pê re dijiya kuşt.
Ramazan Canturk hate binçavkirin û paşê ji aliyê dadgehê ve bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hate girtin û şandin girtîgehê.
Di heman rojê de, nivîskar Ayten Ozturk bi amûrek tûj ji aliyê biraziyê xwe B.S. v. li gundê Kuçukyayla yê navçeya Vîze ya li Kırklareliyê ku ew ji bo Cejna Qurbanê çûbû serdana diya xwe û xizmên xwe hat kuştin.
Piştî bûyerê, sûcdar B.S. ku reviyabû, hate binçavkirin.
31'ê Gulanê:
Li taxa Doğukent a Xarpêtê, Çawîş Murat Ç. bi çekê jina pê re hatibû zewicandi Derya Ç. kuşt.
Murat Ç. hate binçavkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Li navçeya Meram a Konyayê, xwendekara zanîngehê ya 19 salî Hene Ebuzeyneb ku li kafeyekê dixebitî, di bin şert û mercên bi gûman de di depoya cihê kar de mirî hate dîtin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.







