‘Em dixwazin zarokên me bi çand û zimanê xwe mezin bibin’

  • 09:03 25 Gulan 2026
  • Çand û Huner
Buşra Turan
 
AGIRÎ - Dengbêj Hanim Sezan balkişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê û da zanîn ku divê zarok bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin û got: “Kurdî nasnameya me ye. Divê zarokên me bi ziman û çanda xwe mezin bibin.”
 
Polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê Kurdî didome. Ji perwerdehiyê bigire heta hemû qadên jiyanê Kurdî rastî zextan tê û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê pêk nayê.
 
Dengbêj Hanim Sezan balkişand ser zextên li ser zimanê Kurdî û da zanîn ku dengbêjî di alî veguherina dîroka Kurdî de rola wê girîng e.
 
‘Divê zarokên me bi zimanê xwe mezin bibin’
 
Hanim Sezan daxuyakirin ku divê zimanê Kurdî bê parastin û balkişand ser girîngiya ziman û wiha got: “Kurdî zimanekî xweş e. Pêşengên me zimanê me dane jiyîn û heta îro anîne. Xwedê ev ziman daye me.  Şêxên me, meleyên me kurdî heta îro anîne. Li medreseyan bi vî zimanî perwerde dane. Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemmed, Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrê zimanê me parastine û heta îro anîne. Em her tim bi zimanê xwe hebûn. Ji bo zimanê me winda bikin bi hezaran ciwanên me kuştin. Hîna jî dikujin. Zextan li ser zimanê me dikin, asteng dikin. Lê em dixwazin zarokên me bi zimanê xwe bi çanda xwe mezin bibin.”
 
‘Divê zarokên me bi zimanê xwe pewerdê bibînin’
 
Hanim Sezan balkişand ser zimanê Kurdî û got divê Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdeyê û ev tişt anî ziman: “Li dibistanan li ser zarokên me zext hene. Li dibistanên dewletê zimanê Kurdî tuneye. Em dixwazin Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê.”
 
‘Di çanda Kurd de kevneşopiya dengbêjiyê’
 
Hanim Sezan li ser rola dengbêjiyê ya di çanda Kurd de sekinî û wiha dawî lê anî: “Ziman û dîroka Kurd bi klaman hatiye vê rojê. Bi dengbêjiyê ziman û çanda me heyî bûye. Dengbêjî tunebûna wê çand û zimanê me winda bûna. Rola dengbêjiyê gelek girîng e.”