Bernameyên Cejna Zimanê Kurdî didomin

  • 18:29 23 Gulan 2026
  • Rojane
WAN - Çalakiya saziya zimanê Kurdî ARSÎSA’yê ya vedana Konên Kurdî di çarçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de dabû destpêkirin, bi çalakiyên cur bi cur didome. Xwarinên herêmê hatin çêkirin û dersa Kurmancî hate dayîn.
 
Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA) ku li navçeya Erdîşê ya Wanê xebatên çand û ziman dimeşîne, xebatên xwe yên di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dabû destpêkirin, berdewam dike. Di çarçoveya çalakiyên cjenê de li Parka Milet a navçeyê kon hatibû vedan û çalakiyên cur bi cur hatibûn lidarxistin. Îro jî li parkê di bin konên Zimanê Kurdî de çend çalakî hatin lidarxsitin. Li cihê konên Kurdî pankartên “Zimanê me rûmeta me ye”, “Ziman xeta me ya sor e” û “Em perwerdehiya bi Kurdî dixwazin” hatin daliqandin.
 
Xwarin hatin çêkirin û ders hat dayîn
 
Di çarçoveya van çalakiyan de îro bi alikarîya saziyên sivîl ên li herêmê li gorî kevneşopîyên Kurdewarî li ber konên Kurdî di sîtilan de qelî hat çêkirin, bişî hat pijandin û girar hat çêkirin. Ev xwarinên hatin çêkirin li welatiyan hat belavkirin. Herî dawî bi tevlibûna bi sedan kesan li ser taybetmendiya zimanê Kurdî ders hat dayîn.
 
Çalakiya ARSÎSA’yê dê sibê jî berdewam bike.