ROJEVA 13'YÊ GULANA 2026'AN
- 09:00 13 Gulan 2026
- Rojev
* Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar da zanîn ku armanca fuara pirtûkan ev e ku ciwan û zarokan ji polîtîkayên şerê taybet dûr bixin û got: “Her qada ku ciwan û zarok bi pirtûkan re tên gel hev bi nirx e.” BI DÎMEN
* Jinan diyar kirin ku li dijî polîtîkayên darvekirinê yên rejîma Molla ya Îranê divê yekitiya Kurd bê xurtkirin. Her wiha jinan anî ziman ku ji bo aştî pêk bê divê şert û mercên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikaribe siyasetê bike bên afirandin. DÎMEN HEYE
* Parêzer Berîvan Yunis, diyar kir ku divê dewleta Tirk ji bo Mafê Heviyê gavan bavêje û got: " Saziyên navneteweyî erka wan e ku rewşê bişopînin û ji bo pêkanîna Mafê Heviyê zextê li Tirkiyê bikin." DÎMEN HEYE
* Civaknas Asli Taşdemîr Ozkan derbarê êrîşên li hember dibistanan de got: "Pirsa divê bê pirsîn; zarok çawa xwe digihînin çekan. Zarokê 14 salî çawa dikare xwe bigihîne çekê?" Asli Taşdemîr Ozkan da zanîn ku ya girîn divê di qanûnan de sererastkirin hebin. BI DÎMEN
*Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Elîf Torun Oneren da zanîn ku vekirina kanalên hevdîtinê yên bi Abdullah Ocalan re wê pêvajoyê pêş bixîne û got: “Hevdîtinên komîsyon, merciyên têkildar yên bi Abdullah Ocalan re wê pêvajoyê pêş bixîn.” DÎMEN HEYE
*Ber bi 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ve, jin der barê girîngiya zimanê dayikê de axivîn û diyar kirin ku bi zimanê dayikê perwerdehî şert e.
DÎMEN HEYE
*Mamosteya KURÎ-DER'ê Dîlan Sever û welatiya bi navê Sila Yildiz bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê û gotin: "Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye, di heman demê de rehên gelekî ye. Parastina zimanê Kurdî berpirsiyariyeke civakî ye." BI DÎMEN







