ROJEVA 12'Ê GULANA 2026'AN
- 09:00 12 Gulan 2026
- Rojev
* Li Rihayê, ku yek ji bajarên krîza aborî lê xwe herî zêde dide der, kes dibêjin ku ew krîza aborî di her aliyê jiyana xwe de dijîn û dibêjin, "Bi taybetî ferzkirina keda erzan bandorê li ser psîkolojî û jiyana ciwanan dike. û mirov tên kolekirin." DÎMEN HEYE
* Derûnînas Fahriye Cengîz, destnîşan kir ku êrişên li ser dibistanan ne bûyerên yekcarî bûn ku di nav du rojan de derketin holê, lê belê pirsgirêkên ku demek dirêj e di rojevê de ne û got: "Gelek saziyên di civakê de demek dirêj e ku daxwaza lêkolîna rewşa heyî ya zarok û perwerdehiyê dikin hene. Em çawa, li ku û bi çi dînamîkan gihîştin vê astê? Divê em vê yekê bipirsin." BI DÎMEN
*Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Qersê Gulcan Alp, bal kişand ser kuştinên jinan û bêcezatiya di doza Gulîstan Doku de û got, "Ev doza ku şeş sal in hewl tê dayîn were veşartin, ji hêla dewletê ve tê paşguhkirin. Ev hilweşîn berhema zîhniyeta serdestiya mêran e." DÎMEN HEYE
*Endama MED-Der’ê Dîlan Guvenç diyar kir ku bêyî ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, pirsgirêka ziman çareser nabe û di çarçoveya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de daxwaza statuya zimanê fermî, perwerdehiya bi zimanê dayikê û rêziknameyên qanûnî kir. Her wiha teqez kir ku di pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de gavên berbiçav hêvî dikin. DÎMEN HEYE
*Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Îlknur Bîrol diyar kir ku divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya qanûnî de bê dayîn û pêvajo ji hêla qanûnî ve bê garantîkirin û got, "Gotin qediyan, dem dema çalakiyê ye." Îlknur Bîrol her wiha destnîşan kir ku jin mijarên sereke û damezrîner ên maseyê ne.DÎMEN HEYE







