Li dijî binçavkirina endamên SES’ê bertek

  • 20:53 12 Nîsan 2026
  • Rojane
 
MÊRDÎN- Sekretera Jinan a Şaxa SES a Mêrdînê Sultan Ayyildiz bertek nîşanê binçavkirina endamênwan ku j ber hsabên çapemeniya dîjîtal yên sexte hatin binçavkirin, da û da zanîn ku tiştên hatine jiyîn hedefgirtineke bi zanebûne.
 
Sendîkaya Kedkarên Ximzeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Mêrdînê der barê binçavkirin endamê lijneya rêveberiya şaxê Mucahît Cevheroglu ku ji ber hesabên çapemeniya dîjîtal yên sexte hat binçavkirin de daxuyaniyek da. Sekretera Jinan a Şaxê Sultan Aydilz di civîna li avahiya şaxê hat dayîn de axivî û da zanîn ku  piştî ku tu sûc nehatiye dîtin Mucahît Cehvheroglu hatiye berdan.
 
Sultan Ayyildiz wiha anî ziman: “Tiştên hatine jiyîn bi zanebûn hedef girtin û hewldana bêîtîbarkirinê ye. Der barê hesabên çapemeniya dîjîtal yên sexte de pêvajoya hiqûqî hatiye destpêkirin û der  barê bepirsan de serlêdana sûc hat kirin. Em ê şopdarê pêvajoyê bûn. Her wiha divê nelêrêtiyên li Nexweşxaneya Delwetê ya Qoserê û îdiayên tecîzê yên li ser hesabên sexte hatine ziman jî bi awayekÎ cidî bê dest girtin. Emê gavên hiqûqî bi biryar bimeşînin.”