ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2026'AN
- 09:00 8 Nîsan 2026
- Rojev
*Aktîvîsta TJA’yê Azîme Işik da zanîn ku dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyê dinirxîne nêzîkatia wî ya xwe dispêre referansên dîrokî, ne tenê xwendineke der barê paşerojê de ye, perspektîfeke avakirina pêşerojê pêşkêş dike û di avakirina civaka demokratîk de jî roleke mezin dilîze. DÎMEN HEYE
*Li navçeya Panos a Agiriyê Melek Kartal ya 14 salî hat binçavkirin û bi salane girtî ye. Dayika wê Aynur Polat der barê dijhiqûqiyên ku hatine jiyîn de axivî û got: “Di temenê zarokatiyê de keça min hat girtin. Keça min ya 14 salî xistin hucreyên tarî. Em êdî aştiyê dixwazin û divê hemû girtî azad bibin.” DÎMEN HEYE
*Melîke Goksu, ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê name şand û got: "Rêbertî hertim nakokî û çewtiyên jiyanê vedikole. Jiyana ne rast jê re bê wate hatiye. Çavderiyên wî yên xurt, hîsên wî yê xwezayî, fikr û mîratê wî piralîbûna wî dibe jiyana xwezayî felsefeya wî ya ku dibêje 'Tista ku te li ku dere winda kiriye lê wê dere bigere' dibe rêbaza wî." JI GIRTÎGEHÊ NAME







