Li Silopiyayê coşa Newrozê

  • 12:17 24 Adar 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Silopiya ya Şirnexê pîrozbahiyek geş a Cejna Newrozê bi beşdariya bi hezaran kesan dest pê kir.
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, Cejna Newrozê bi slogana "Newroza Azadî û Demokrasiyê / Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" tê pîrozkirin. Pîrozbahî li Parka Newrozê ya li Taxa Yenîşehîrê hat lidarxistin û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Çigdem Kilıçgun Uçar, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk û bi hezaran kes beşdar bûn. Qad bi alên kesk û sor û zer hatiye xemilandin.
 
Welatiyên ku berê xwe dan qadê, bi stranên gelêrî yên Botanê dest bi govendê kirin. Jinên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn cilên Kurdî yên Botanê li xwe kirin, ciwanan jî şal û şapik li xwe kirin. Zarokên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn rûyên xwe bi kesk û sor û zer boyax kirin. Dema ku ketina qadê dest pê kir, bi hezaran kes bi dirûşmeya "Bijî Newroz" ketin hundir. Pîrozbahî bi coş berdewam dike.
 
Berdewamiya nûçeyê tê...