‘Polîtîka bêcezahiştinê rizandina civakî kûr dike’

  • 09:02 22 Adar 2026
  • Rojane
Buşra Turan
 
ÎDIR - Hevseroka DEM Partî ya Îdirê Alya Akkuş da zanîn ku li dijî çanda bêcezahiştinê ya ya tundiyê mezin dike divê demildest qanûnên bi bandor bikevin jiyanê û wiha got: “Li welatekî mafê jin û zarokan bê parastin ew welat sosyal, demokratîk û serkeftiye.”
 
Li hember jin û zarokan polîtîkaya bêcezahiştinê texrîbata civakî giran dike û pergala darazê ya heyî ji çareseriyê dur û zîhniyeta serdest a mêr jî ji çareseriya pirsgirêkan dur e. Parêzvanên mfan ku balê dikşînin ser qelsiya qanûnan diyar dikinku azadiya civakê bi pergaleke hiqûqî a demokratîk a jin û zarokan esas digire pêkane.
 
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Alya Akkuş der barê polîtîkayên bêcezahiştin, zîhniyeta serdest ya mêr û berxwedana jinan a li dijî vê nirxand.
 
‘Li dijî berpirsan tu pêkanîn tuneye’
 
Alya Akkuş daxuyakirin ku polîtîkayên bêcezahiştinê yên li dijî jin û zarokan encamên neyînî diafirîne û wiha pê de çû: “Li dijî van sûcan ceza ferz in.  Dema ku pêkanîn tunebin bi civakê re nêrînên nebaş ava dikin û mirov li hember mirovan bi hêsanî nebaş tevdigerin. Divê sûcên tên kirin bê ceza nemînin. Ger ku pêkanînên pêwist hebûna wê ne jin ne jî zarok bi pirsgirêkan re bihatana rû hev. Zarokan teşwîqê sûc û tiryakê tên kirin. Dema ev tên kirin jî berpris nayên cezakirin. Ji ber vê ceza şert in.”
 
‘Divê pergal biguhere’
 
Alya Akkuş daxuyakirin ku têkoşîna jinan a li Rojava di alî derketina holê ya hişmendiya jinê de girînge û got têkoşîna ku jin li dijî zîhniyeta serdest ya mêr didin têkoşîna hevpar hemû jinên cîhanê ye. Alya Akkuş wiha dirêjî dayê: “Jinên li Rojava ji gelek deveran cudatir difikirin. Têkoşîna jinên Rojava ne tenê têkoşîna ne tenê ya wan e, ya hemû jinên cîhanê û Tirkiyeyê ye. Jin di bin zîhniyeta serdest de têkoşînek cidî dimeşînin. Tevî vê qanûnên der barê jinan de tune ne. Qelsiya qanûnan pêşî li têkoşînê jî digire. Ji ber vê divê em fikriyat û perwerdehiya jinê zêdetir derxin holê. Divê pergala biguhere. Divê qanûn biguherin. Divê civak dest ji feraseta ku xwe ji ser jin û zarokan heyî dike, berde.”