ROJEVA 22'YÊ ADARA 2026'AN

  • 09:00 22 Adar 2026
  • Rojev
 
*Hevseroka DEM Partî ya Îdirê Alya Akkuş da zanîn ku li dijî çanda bêcezahiştinê ya ya tundiyê mezin dike divê demildest qanûnên bi bandor bikevin jiyanê û wiha got: “Li welatekî mafê jin û zarokan bê parastin ew welat sosyal, demokratîk û serkeftiye.” BI DÎMEN 
 
* Endama Komeleya Çand Hûner û Lêkolînê ya Aryen Helîn Demîtepe, da zanîn ku bi salan e li Kurdistanê hûner hedef tê girtin û wiha vegot: “Çand û zimanê Kurdî bê parastin, di vî alî de xebat bên meşandin, wê civaka demokratîk bê avakirin. Civaka demokratîk wê bi hunera jinan ava bibe.” BI DÎMEN 
 
*Li Amedê, tevî baran û heriyê, Newroz bi beşdariya bi sed hezaran kesan veguherî rojek dîrokî; dirûşmeyên bilind, bîranînên ku hatin hilgirtin û teqez li ser aştiyê şiyarbûna ji nû ve ya gelekî eşkere kir. ÇAVDÊRÎ / DÎMEN HEYE 
 
*Bi sed hezaran kes beşdarî pîrozbahiya dîrokî ya Newrozê bûn û bi heman ruhî peyamên hevpar dan. Gel xwesteka xwe ya dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mîmarê projeya ku dê aştiyê bîne, di nav xwe de nîşan da û daxwaz kirin ku di pîrozbahiya Newroza 2027'an de li heman meydana li Amedê axaftinekê ji wan re bike. DÎMEN HEYE 
 
*Parêzera Hindî Madhulika Tatigotla, ku beşdarî pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Amedê bû, diyar kir ku Abdullah Ocalan wê matmayî hiştiye û ew rewşenbîrekî pir bi hêz e û got ku pêvajoya li vir modelek ji bo demokrasiyê ye. Siyasetmedara Swêdî Jessica Carlqvist jî got, "Ez hatim ku bi gelê Kurd re Cejna Newrozê pîroz bikim û hevgirtinê nîşan bidim. Ez ji bo Kurdistanê azadiyê dixwazim." DÎMEN HEYE