Newroza Kobanê: Divê yekitiya neteweyî pêk were
- 15:16 21 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Di Newroza Kobanê de hat gotin divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe û yekitiya Kurdan pêk were.
Newroza Kobanê bi coş û heyecaneke mezin didome. Bi deh hezaran şêniyên Kobanê li qada Newrozê ne. Her wiha li ser navê hikumeta demkî ya Sûriyeyê şandeyek ji Helebê beşdarî Newroza Kobanê bû.
Piştî deqeya rêzgirtinê ya ji bo giyanê şehîdan, agirê Newrozê ji aliyê endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve hat dadan.
Di destpêka şahiyê de nameya Abdullah Ocalan hat xwendin û piştre hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kobanê Mizgîn Xelîl axivî û got: “Em di pêvajoyeke hesas de Newroza 2026`an pîroz dikin. Her kes dizane ku Newroz ne tenê cejne yan jî pîrozbahiyeke. Newroz serîrakirina li dijî koletiyê ye. Gelê Kurd her tim dîroka xwe bi têkoşîna li dijî zilmê nivîsandiye û di Newrozê de nû dike.”
Her wiha endamê Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Cahid Hesen axivî û wiha got: “Newroz li şehîdên azadiyê, malbatên şehîdan û tevahî gelên Rojhilata Navîn pîroz kir. Bi Newroza îsal re divê yekitiya neteweyî pêk were û Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe.”
Cahid Hesen anî ziman ku Newroz sembola têkoşînê ye û wiha got: “Newroz ji dîrokê ve sembola têkoşîna li dijî zilmê û dagirkeran e, gihîştina azadiyê ye û berxwedana li hemberî dijminên gelê Kurd e. Herêma Rojhilata Navîn û Kurdistan di pêvajoyeke hesas re derbas dibin ji ber vê yekê divê kongreya neteweyî were lidarxistin, Kurd li tevahiya Kurdistanê yekitiya xwe pêk bînin.”
Endama Koordînasyona Kongreya Star Xunav Xelîl jî axivî û got: “Gelê Kurd di Newrozê de hebûna xwe ji cîhanê re diyar kirin, nasname û îradeya xwe îsbat kirin.”
Şahiya Newrozê bi stranan û govendê berdewam dike.









