Şer 20 roj in didome
- 13:47 19 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê Îsraîl-DYE û Îranê di roja 20’an de didome. Îsraîl bi êrîşên sekvanî navên asta jor ên Îranê dike hedef, Îran jî êrîşî welatên Kendavê dike.
Êrîşên Îsraîl-DYE yên li dijî Îranê ku di 28’ê Sibatê de destpê kirî, di roja 20’an de didome. Îsraîl-DYE tevahiya şevê êrîşên xwe domand, Îran jî êrîşê welatên Kendavê û hinek herêmên Filistînê kir. Li gel domandina êrîşan ji herdu aliyan hejmara miriyan zêde dibe.
Îranê bersîva êrîşan da
Îranê jî bersiv da, di êrîşên pêkanîn de li hinek taxên Tel Avîv a peytexta Îsraîl de îstasyonek a trenê xisar dîtin, hate diyarkirin ku herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gel vê jî di êrîşên Îranê de, windahiyên canî yê Îsraîlê giha 15 kesan. Îro Medyaya Îsraîlê ragihand ku çar jinên Filistînî li Şerîaya Rojava jiyana xwe ji dest dane. Her wiha li gorî nûçeyê, li herêma Şaron ya Îsraîlê karkerekî biyanî yê 20 salî jî jiyana xwe ji dest daye. Îranê tevahiya şevê di serî de Îsraîl, êrîşên li dijî welatên Ereb, Qeter, Erebistana Siûdî û Yekîtiya Emîrtiyên Ereb domand.
Hate zanîn ku ji şevê Çarşemê ve, li Kirmanşanê xeta telefonê û înternet ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye qutkirin û bajar hatiye dorpêçkirin. Hate diyarkirin ku hêzên bi çek û erkdarên bi cilên sivîl, taxên wek Kasra di nav de li gelek kolan û herêman bicih bûne.
Duh, cara yekem, herêmên Reşt û Bandar Enzalî jî bûn hedefa êrîşên asmanî yên Îsraîl û Amerîkayê. Tesîsên gazê yên Asaluyeh û Parsa Başûr di nav hedefên din ên duh de bûn ku rastî êrîşan hatin, û ev yek bû sedema nerazîbûneke berfireh.








