Li Mexmûrê pîrozbahiya Newrozê ya bi coş
- 19:16 18 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Mexmûrê Cejna Newroza 2026’an bi coş û kelecanek mezin, bi awayek girseyî hat pîroz kirin.
Pîrozbahî li Navenda Çand û Hunerê ya Wargeha Mexmûrê (NÇHM) hat lidarxistin. Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kawayê Hemdem (Mazlûm Doğan) û şehîdên şoreşa Rojavayê Kurdistanê, her wiha alên PKK, KCK, HPG û YJA STAR’ê hatin xemilandin.
Ji heft salî heta heftê salî xelkê wargehê bi cil û bergên gelêrî meşiya qada pîrozbahiyê û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Newroz li Rêber Pîroz be” hatin berzkirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevseroka Meclisa Gel ya Wargeha Mexmûrê Fîlîz Budak axivî.
Fîlîz Budak di destpêka axaftina xwe de Cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kir û got: “Em gelê Kurd yê ku bi çakuçê Kawayê Hemdem bi perçiqandina serê dehaqê zordar agirê Newrozê pêxistî, car hat di tarîtiya dîrokê de bi sê zilên şêxarteyan bedena xwe şewitandinê ev dinyaya qirêj ya ku desthilatan dixwest bike goristan, li me ronî kir. Gelê arî, gelê Kurd bi taybet gelê Kurd yê Apoyî bi taybet di vê Newrozê de, di vê sedsalê de bi agirê Newrozê vê serdemê ronî dike.Di pêşengitiya Rêber Apo de bi pêngava Aştî û Civaka Demokratîk li seranserî cîhanê Kurd tên nîqaşkirin, li her derê dem dema Kurdane û li her derê dem dema azadiya gelane. Wek gelê Kurd em pêşengtî ji projeya nû ya Civaka Demokratîk û Netewa Demokratîk ku wê bibe panzehîra sîstema modernîteya kapîtalîst dikin. Gelê Kurd yê ku îro li Rojavayê Kurdistanê, li çiyayên azad, li Şengal, Mexmûr û li her derê ji bo vê projeyê li ber xwe dide û bedel dide em bi germahiya Newrozê silav dikin. Wê ev sedsal bi pêşengtiya Rêber Apo bigihije serkeftinê û wê mirovahî wê qezenc bike.”
Di şahiyê de koma hunermendên TEV ÇAND û Stêra Zêrîn derketin ser dikê, stiran û govandên xwe pêşkêşkirin. Her wiha koma bi navê Koma Hevrê ku ji Bakurê Kurdistanê hatibû wargehê, wan jî bi stranên xwe şahî coşand.
Şahî bi gerandina govendê ya li ber stranên gelêrî bidawî bû.







