Ji girtiyên jin ji bo Salih Mislim peyama sersaxiyê

  • 15:07 18 Adar 2026
  • Rojane
ENQERE - Girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji bo Salih Muslim nameyek şandin û di nameê de gotin: “Rêhêvalê Rêberê serdemê, em ê te tu car binax nakin, axê bi ser te nereşînin em ê te di dilê xwe de veşêrin.” 
 
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin, ji bo endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim nivîsek şandin. Di nivîsa ku li ser navê girtiyan Ayşe Gokkanê nivîsîbû de Salih Muslim wekî “şoreşgerê sînornenas” hate pênasekirin. Di nivîsê de hate diyarkirin ku Salih Muslim di jiyana xwe de ji bo pêkvajiyana gel û baweriyan têkoşiyaye û ev tişt hate gotin “em ê te ne di axê de, di dilê xwe de veşêrin.”
 
Nivîsa ku ji bo Muslim hatiye şandin wiha ye:
 
“Şoreşgerê sînornenas rêheval Salih Muslim
 
Mohra hovitiyê ya pergala dewletên xwînrêj sînor in. Loma sînor di bedana insaniyetê de birîna vekirî ye û tu car nakewe, her kêlî xwîn dibe. Xwînrêj û şirîkên wan tenê jin, Kur û Kurdistanê; di bedena ax, av, hewa, çand, bawerî, netewe, cîrantiyê de jî birînan vedikin. Bi dîwarên şermê dixwazin mayinde dikin. Lê ne dîwarên heft qor, ne deriyên nifte bihostî ne jî sînor dikarin me ji hev biqetînin.
 
şoreşgerê sînornenas
 
Rêheval Salih, te baş dizanîbû, dermanên van birînan sînornenasî ye. Loma di dîroka berxwedana azadiê de navê te yek ji şorşergerê sînornenas e. 
 
Têkoşîna jiyana te ji bo ku reng û dengê Mezoptomayayê, yê jin, Kurd, Asûr, Suryan, Mehelmî, Ereb, Ermen, Roman, Kakaî, Nuseyrî, Durzî, Elewî, Êzidî, Misilman, Xristiyan, Cihû, Keldanî, Tirkmen neçilmisin di taritiyê de wenda nebin bû.
 
rêhevalê rêberê serdemê
 
 
 
Tu di şexsê Denîz û Ziyadan de rêwiyê doza rûmeta xwebûnê yî. Di şexsê de te diyar bû sinc; bi nefreta siyasî teşe nabe. Barê azadîxwaziyê agirê li mil e. Barkêşê wî barî wekî tê zanîn agir zanistî, hêvî, hevparî, komun û xwebûna ku ji hebûnê zêdetir e. 
 
Şoşergerê sînornenas, her welatekî têkoşer xwediyê berhemek bêhempa ye, ya Kurdistanê jî di qelşên birînên sînoran de serhildana heftber e, îlhama heft parzemîn e, bi xwseriya xwe cih û waran rûmet dike, li cîhanê belav dike.
Rêhevalê Rêberê serdemê “em ê te tu car binax nakin, axê bi ser te nereşînin em ê te bi dilê xwe veşêrin”, em tu car te jibîr nakin.
 
Bila serê Kobanê, Rojavayê Kurdistanê, heval û hogiran bi te serbilind be û yên ku bi te re hilma azadiyê kişandine.
 
Em di serî de rêhevala kezîdaran û ya te Eyşe Efendî, malbat û hevalên şoreşgerê sînornenas silav dikin. Hûn bizanibin ku her çiqas em di zindanê de bin jî êş û hestên me yek in. Em bi wer re di qadên berxwedanê de mil bi mil in. 
Bi vê wesîleyê em bejna xwe li ber rûmetiyên Kurdistanê ditewînin.
 
Slav û rêz.”