Rohilat Efrîn: Têkoşîna jinan bû mînak

  • 10:50 15 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Rohilat Efrîn a tev li çalakiya 8ê Adarê ya YJK-Sê bûye wiha got: “Berxwedana li qadê û piştevaniya çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê encamên êrişan bi sînor kir.”
 
Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) li bajarê Zurichê di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakiyek lidarxist. Endama Fermandariya Giştî ya YPJê Rohilat, Endama Partiya Sosyal Demokrat a Swîsreyê (SP) û nûnera Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê (PDK-Î) Midia Piroti weke axiver beşdarî panelê bûn.
 
‘Têkoşîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xaleke girîng e’
 
Midia Piorti destpêkê axivî, qala çalakiyên “Jin, Jiyan, Azadî” kir û anî ziman ku ev pêvajo ji bo têkoşîna jinê xaleke girîng e. Midia Piroti da zanîn ku li hemberî êrişên li ser Rojava Kurdên li diasporayê daketin qadan û piştevaniya xwe nîşan dan.
 
‘Têkoşîna jinan bû mînak’
 
Rohilat Efrîn a piştre mafê axaftinê girtiye cangoriyên aştî û demokrasiye, qurbanniyên komkujiya 12ê Adarê ên Qamişpiştre û Salih Muslim bi bîr anî. Rohilat Efrîn bal kişand ser pêşengiya jinê ya li şoreşa Rojava û diyar kir ku jinên Kurd bi têkoşîna xwe li cîhanê bûn mînak û got: “Hikumeta nû me jinan naxwaze qebûl bike. Li Şêxmeqsûdê bi êrişa li dijî cenazeyên şervanên jin xwest me bitirsîne. Lê belê em ji vê natirsin. Em ê têkoşînê dewam bikin.”
 
‘Berxwedan û piştevanî êriş bisînor kirin’
 
Efrîn anî ziman ku êrişên li ser Rojava ne tenê li dijî herêmê ye, di heman demê de li hemberî Kurdan hemûyan e û got, berxwedana li qadê û piştevaniya çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê encamên van êrişan bi sînor kir.
 
Panela bi pir û bersivan dom kiriye, bi berzkirina dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.