Li Stenbolê jinan bi berxwedan û piştevaniyê şev dorpêç kirin

  • 20:38 8 Adar 2026
  • Rojane
STENBOL - Li Stenbolê bi hezaran jin ji bo 24’emîn Meşa Şevê ya Feminîst hatin gel hev. Tevî astegî û dorpêça polîsan jin meşiyan û li qadê dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
 
Li Stenbolê bi hezaran jin di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Kolana Siraselvîler a Beyogluyê ji bo Meşa Şevê ya Feminîst hatin gel hev. Polîsan tevahî rêyên ku derdikevin Kolana Îstîklal û Taksîmê girt û xwest meşa jinan asteng bike. Lê jin astengiya polîsan nas nekir û meşiyan. Di meşê jin dirûşmeyên “Jin Jiyan azadî” “Bijî berxwedana jinan” û “Bijî 8’ê Adarê” berz kirin.
 
Piştî meşê daxuyaniya Kurdî ji aliyê Rêvebera Komeleya Dema Jinan Newroz Onverdî, Tirkî Çaglasu Bakir û Erebî jî Maysam ve hatin xwendin.
 
‘Mêr bi xebatên jinan ên bêpere jiyaneke rehet dijîn’
 
Newroz Onverdî diyar kir ku ew îro ji bo 24’emîn Meşa Şevê ya Femînîst kom bûne û got: “Wekî ku em her sal, em îsal jî dengê xwe bi coşa xwe, serhildana xwe û piştgiriya xwe bilind dikin. Bi sedsalan e, mêr bi xebatên jinan ên bêpere jiyaneke rehet û xweş dijîn. Bi baweriyeke ku jin di bin desthilatdariya wan de ne, tundî li jinan dikin û kuştina jinan wekî mafê xwe dibînin.”
 
‘Li Sûriyeyê HTŞ jinan qetil dike’
 
Di berdewamiya axaftinê de Newroz Onverdî anî ziman ku ew her roj bi şerê ku mêran daye destpêkirin û wêrankariya ku wan çêkiriye siyar dibin û wiha axivî: “Dema ku bombeyên li kêleka me li ser Îranê diteqin, jinên Filistînî li girtîgehên Îsraîlê têne işkencekirin. Li Sûriyeyê HTŞ a ku ji aliyê DYAyê ve tê piştgirîkirin, jinan dikuje. Em temaşe dikin ku hin kes cîhanê talan dikin, ji me didizin û xwe dewlemend dikin. Lêbelê, em tînin bîra xwe ku divê em serî li vê tarîtiyê netewînin, fêrî bêhêvîtiyê nebin, an jî pêrgala ku ji aliyê mêran ve hatiye afirandin qebûl nekin.”
 
‘Ew dizanin ku ev serdestî di bin xetereyê de ye’
 
Newroz Onverdî destnîşan kir ku ew hewl didin ku rê li ber binpêkirina mafê jiyanê yê kesên trans bigirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi bikaranîna têgînên wekî sala malbatê, bêzayendkirinê û tevgerên ne li gorî zayendan, di eslê xwe de hewl didin serdestiya mêran a li ser jinan biparêzin. Ji ber ku ew dizanin ku ev serdestî di bin xeterê de ye, ku hêza femînîzmê ya guherînê xeteryek e. Ev rewş dê biguhere. Em dibêjin azadiya me di femînîzmê de ye. Azadî bi hev re, bi rêya piştgiriya femînîst, mimkun e. Ji ber ku femînîzmê fêrî me kiriye ku mimkun e mirov bê dijmin, di nava aştî de jiyaneke wekhev û adil ava bike.”
 
Çalakî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.