Li Fransayê meşa 8’ê Adarê: ‘Jin, Jiyan, Azadî’

  • 19:25 8 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Reims ê Fransayê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi meşekî bi coş hate pîrozkirin.
 
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarê Reism ê Fransayê meş hate lidarxistin. Meş bi pêşengiya Komuna Jinên Kurd a Xwebûn bi saziyên femînîst ên fransî ve bi awayekî hevpar hate organîzekirin. Bi sedan jin, ciwan û zarok qadê tijî kirin.
 
Di kortejê de ji xeynî jinan, korteja zarokan jî bal kişand.
 
Jinan pankartên rengîn hilgirtin û gelek caran dirûşmeyên, “Jin, Jiyan, Azadî” hilgirtin.
 
Di dema meşê de danezana Tevgera Jinên Ewropayê hate xwendin. Di danezanê de li dijî newekheviyên li dijî jinan ên li seranserê jinan, tundiya mêr-dewlet û polîtîkayên şer banga piştevanî û rêxistinkirinê hate kirin.
 
Komuna Jinên Kurd a Xwebûnê ya Reimsê destnîşan kir ku têkoşîna jinan sînorê nas nake û wiha hate gotin, “Piştevaniya jinan temînata pêşeroja azad e.”