Jinan ji Herêma Egeyê bang kir: 8’ê Adarê roja têkoşînê ye
- 19:18 8 Adar 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Li gelek bajarên herêma Egeyê, jin derketin qad û kolanan û destnîşan kirin ku 8'ê Adarê roja têkoşînê ye û anîn ziman ku ew ê li dijî şer, tundî û qetlê têkoşîna xwe bidomînin.
Platforma Jinan a Îzmîrê (IKP), bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi meş û daxuyaniyeke çapemeniyê daxwaziyên xwe anî ziman. Di meşê de pankarta “Li dijî şer, xizanî û tundiyê em têbikoşin” hat hilgirtin û dirûşmên wekî, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî 8ê Adarê, bijî têkoşîna me”, “Neparêze, darizanîne” û “Kuştina jinan polîtîk e” hatin berzkirin. Gelek rêxistinên jinan beşdarî meşê bûn. Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) jî li Meydana Gundogduyê li hev civiyan û tevlî meşê bûn. Di meşê de Cîgira Seroka Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û parlamentera Îzmîrê Burcugul Çubuk jî cih girtin.
Daxuyaniya çapemeniyê bi tirkî ji aliyê Zerrîn Korkmaz û Ilgin Çerîbaş ve, bi kurdî jî ji aliyê Emîne Bozdag ve hat xwendin.
'Dewlet dixwaze jinan di nava malê de hepis bike'
Di daxuyaniyê de Emîne Bozdagê diyar kir ku dewlet dixwaze jinan di nav malê de heps bike û bedena jinan wekî amûreke polîtîk bi kar bîne û got: Di bin navê “teşwîqa zayînê” de, xebata bêewle û bi mûçeyên kêm li ser jinan tê ferzkirin. Di du mehên pêşîn ên sala 2026an de herî kêm 45 jin hatin kuştin û 43 jin jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. Em ê li pey rastiya mirinên gumanbar bin. Heya kujer neyên darizandin û kuştina jinan bi dawî nebe, em ê bêdeng nebin. Em ê qanûna 6284'an bidin sepandin û em ê jiyanekê azad ava bikin.”
Çalakî piştî stranên koma muzîkê ya Harmonî bi coş û dirûşman bi dawî bû.
Balikesîr
Platforma Jinan a Balikesîrê, li navçeya navendî meşek li dar xist. Di meşê de pankarta "Bijî 8’ê Adarê, bijî piştgiriya jinan" û dowîzên wekî "Dengê min bibihîse, dengê xwe derxe", "Mafê mîrasê yê wekhev nayê nîqaşkirin" û "Mirina jinan a gumanbar nîn e, tundiya mêran a veşartî heye" hatin hilgirtin.
Piştî meşê, Berdevka Platforma Jinan a Balikesîrê Aynur Kocaderelî daxuyaniyek da û got: "Ji sedî 89’ê jinan li cihên herî ewle, li malên xwe, ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve têne qetilkirin. Ev qirkirinekî zayendî ya civakî ye. Qetilkirinên jinan ên gumanbar divê ji aliyê komîsyonên serbixwe ve werin lêkolînkirin û dawî li polîtîkaya bêcezahiştinê were anîn."
Li navçeya Ayvalikê jî, ji aliyê Platforma Jinan a 8’ê Adarê ya Ayvalikê ve, ji ber Mala Mamosteyan heta Qada Cumhuriyetê meşek hate lidarxistin. Di meşê de pankarta "Li dijî xizanî, mêtingerî, tundî û şer; ji bo maf, jiyan û xeyalên xwe em li qadan in" û dowîzên "Ji perwerdehiya zayendperest re na", "Em jin in, em bi hêrs in, em li qadan in" hatin hilgirin.
Aydin
Platforma Jinan a Aydinê, li navçeya Efelerê li Taşkopruyê kom bûn û ber bi Qada Bajêr ve meşiyan. Di meşê de pankarta "Em têkoşîna aştî, sekuler û azadiyê mezin dikin" hate hilgirtin û dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî hevgirtina jinan", "Bijî tekoşîna jinan" hatin berzkirin.
Li ser navê platformê Tugçe Gunduz daxuyanî da. Tugçe Gunduz bal kişand ser xizaniya jinan a ku bi polîtîkayên desthilatdariyê re kûrtir dibe û diyar kir ku barê malê û kedê her ku diçe li ser milê jinê giran dibe û got: “Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariya jinan gihişt %45'an. Bi sed hezaran keçên ku ji ber xizanî, pirsgirêka stargeh û xwarinê nikarin hewcedariyên xwe yên bingehîn dabîn bikin, ji perwerdeyê dûr dikevin. Bi guhertinên di perwerdeyê de, perwerdeya zanistî, laîk û wekhevparêz tê tunekirin; li şûna wê, ji temenê biçûk ve dabeşkirina kar a zayendperest li ser zarokan tê ferzkirin. Rojê herî kêm sê jin tên qetilkirin. Tenê di meha yekem a sala 2026'an de 22 jin hatin kuştin û mirina 14 jinan jî wekî ‘bi guman’ derbasî qeydan bû. Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê, kujer hîn jî dibin gef li ser jiyana jinan. Bi vekişîna ji Peymana Stenbolê û bêbandorkirina Qanûna Hejmar 6284'an, dijminatiya li hemberî jin û LGBTİ+'yan tê belavkirin. Desthilatdarî bi piştgiriya tarîqat û cemaatan, çavê xwe berdaye mafên me yên di Qanûna Medenî de û dixwaze destkeftiyên me yên bi têkoşînê hatine bidestxistin, xesp bike.”
'Em teslîmî tarîtyê nabin'
Tugçe Gunduz destnîşan kir ku şer û krîzên aborî barê jinan girantir dike, desthilatdariya ku destûr û mafên bingehîn binpê dike, daxwazên me yên herî biçûk jî bi zext, binçavkirin û girtinan asteng dike û got: Li girtîgehan jî binpêkirinên giran hene; girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne û bi polîtîkayên tecrîdê şert û mercên jiyanê giran dibin. Lê em dizanin ku bi rêxistinbûn û piştevaniyê, em ê vê tarîtiyê derbas bikin. Ji Rojava heta Filistînê, ji Efxanistanê heta Îranê; em ê bi têkoşîna xwe ya ku sînoran nas nake, deng û çalakiya jinan mezin bikin. Em teslîmî tarîtiyê nabîn!”
Li navçeya Dîdîmê jî, Komeleya Jinan a Kîbele ya Dîdîmê meşek lidar xist. Di meşê de pankarta "Ji bo wekhevî, azadî, edalet, aştî û mafê jiyanê em li qadan in" hate hilgirtin. Seroka Komeleyê Nûrhan Karabiyikoglû got: "Şer tenê li eniyan nîn e, li ser jinan jinan jî tê meşandin. Dema em jin dengê xwe bilind dikin, em ne tenê dengê jinan, dengê hemû mirovên ku li dijî wêraniya şer li ber xwe didin, radigihînin."
Li navçeya Nazîlliyê jî di pêşengiya Platforma Piştgiriya Jinan a Nazîlliyê de meşek hate lidarxistin. Endama Egîtîm Senê Zuheyla Oreroglû û Seroka Komeleya Şafak Yildizi Munevver Halîs daxuyanî dan.
Mugla
Li navçeya Bodrumê, Platforma Jinan a Bodrumê ji ber Mizgefta Tepecikê heta Qada Şaredariyê meşiyan. Pankartên "Kuştina jinan polîtîk e" û "Em ê pergala we ya mêrserwer hilweşînin" hatin hilgirtin. Li ser navê platformê Ceren Cansu Sayin axivî.
Herwiha li navçeyên Datça û Ortacayê jî ji aliyê platformên jinan ên navçeyê ve meş û çalakî hatin lidarxistin.









