Mîtînga 8'ê Adarê li Pirsûsê dest pê kir

  • 11:48 8 Adar 2026
  • Rojane
RIHA - Mîtînga ku ji aliyê TJA'yê ve li navçeya Pirsûsê bi dirûşmeya "Em bi berxwedanê xwe azad dikin, civakeke demokratîk ava dikin", dest pê kir.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Meydana Cumhuriyetê ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê mîtîngekê li dar dixe. Jinên ku beşdarî mîtînga bi dirûşmeya "Em bi berxwedanê xwe azad dikin, civakeke demokratîk ava dikin" bûne, bi cilên xwe yên kurdî dirûşmeyên xwe berz dikin. Meydan bi rengê kesk, sor û zer hat xemilandin. 
 
Jin, dirûşmeyên wekî "Jin jiyan azadî"  û "Bijî berxwedana gelê Kurd", dengê xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind dikin.
 
Hûrgiliyên din dê piştre werin eşkerekirin…