Ji bo mafê jiyaneke azad em ê têkoşînê bidomînin
- 10:55 8 Adar 2026
- Rojane
ENQERE -DEM Patiyê diyar kir ku ew ê ji bo mafê jinan ê jiyaneke wekhev, azad û bê tundî têkoşîna xwe bidomînin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) derbarê 8'ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de diyar kir ku 8'ê Adarê roja têkoşîna ji bo mafê jinan ê jiyan, wekhevî û edaletê ye û tekez kir ku ew têkoşîna wan ji bo jiyaneke wekhev, azad û bê tundî ye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "8'ê Adarê roja têkoşîna ji bo mafê jinan ê jiyan, wekhevî, azadî û edaletê ye. 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemû jinên ku bi keda xwe cîhanê xweştir dikin, yên ku bi dirûşma 'Jin, jiyan, azadî', li dijî serdestiya mêran, tundî, şer û xizaniyê li ber xwe didin û aştî û demokrasiyê diçînin pîroz be. Em ê ji bo mafê jinan ê jiyaneke wekhev, azad û bê tundî têkoşîna xwe bidomînin."









