Li Girtîgeh Sîncanê pîrozbahiya 8'ê Adarê hat astengkirin
- 14:49 7 Adar 2026
- Rojane
ENQERE - Pîrozbahiyên 8'ê Adarê li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi hinceta "rêziknameyan" hat astengkirin, lê hat ragihandin ku girtiyên edlî ji bo pîrozbahiyê anîne cem hev.
Leyla Guven û girtiyên din ên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dixwestin ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li qadeke hevpar bicivin. Lê rêveberiya girtîgehê bi hinceta "rêziknameyan" ev daxwaz red kir.
Lê belê di heman girtîgehê ji bo pîrozbahiya 8'ê Adarê girtiyên edlî yên jin anîn cem hev.








