ROJEVA 07'Ê ADARA 2026'AN
- 09:00 7 Adar 2026
- Rojev
* Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo der barê berxwedana jinan a li Rojava didome û 8’ê Adarê de nirxandin kir û got: “Em ê xwedî li xeyal û têkoşîna hevalên şehîd derkevin. Heta serkeftinê. Di sedsala 21’ê sedsala jinê de ji bo mafên jinan mayînde bibin em ê têkoşîna xwe bidomînin.” DOSYA-BI DÎMEN
*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama 8’ê Adarê ya sala borî de tespîta “Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinê derbas dibe. Heya ku azadiya jinê pêk neyê hûn nikarin bibin sosyalîst. Sosyalîzm pêk nayê. Heya ku demokrasî nebe sosyalîzm jî nabe. Kesekî ku nizanibe bi jinekê re çawa biaxive, nikare bibe sosyalîst. Sosyalîsbûyîna mêrekî bi pêwendiya wî ya bi jinekê re girêdayî ye” kir û ev tespît îro jî esasa têkoşîna jinê ava dike.
*Aktîvîstên TJA’yê ku xebatên 8’ê Adarê dimeşînin diyar kirin ku wê daxwaza aştî û azadiyê li qadan bînin gel hev û got: “Aştî wê bi destê jinan bê avakirin. Em ê ligel serokatiya xwe bin. Em di 8’ê Adarê de xwedî li pevajoya aştiyê ya serokatiyê derdikevin. Baweriya me bi serokatiya me bêdawî ye.” DÎMEN HEYE
*Endama Meclîsa Îştar a Mexmûrê Cîhan Kaplan derbarê geşedanên li Mexmurê axivî û da zanîn ku êrîşên Tirkiyeyê jî her tim didomin û got: “Niha dewleta Tirk û desthilatdariya Iraqê tehdîdên êrîşan didomînin. Zîhniyeta li Rojava îro li Şengal û Mexmûrê tê pratîzekirin." BI DÎMEN








