Ji nûçegîhan ETHA’yê ya girtî peyama 8’ê Adarê

  • 09:03 6 Adar 2026
  • Rojane
STENBOL - Rojnamegerên girtî di 8’ê Adarê de ji girtîgehê bang kirin: “Girtina rojnamegeran ne tesaduf e. Em hene em ê hebin.”
 
Di 3’yê Sibata 2025’an de bi ser ofîsa Aksarayê ya Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) de hat girtin û rojnameger Pinar Gayip, Nadiye Gurbuz û Elîf Bayburt hatin binçavkirin û girtin. Beriya 8’ê Adarê edîtora ETHA’yê Pinar Gayîp ji girtîgehê nameyek şand û balkişnd ser rewşa rojnamegerên jin yên girtî û polîtîkayên tundiyê yên desthilatdariyê û zimanê çapemeniyê yê li dijî jin, LGBTÎ’yan. Pinar Gayip balkişand ser têkoşîn û piştevaniya jinan.
 
Nameya Pinar Gayip wiha ye:
 
Pêşiya me 8’ê Adarê ye. Çend roj mane ji Roja Jinên Kedkarên Cîhanê re, jin û LGBTÎ kolanan bi coş û îrade terk nakin. Jinên jiyana xwe dan ser têkoşîna şoreş û sosyalîzmê hîna jî ji bo jinan dibin ronahî.
 
Di rojên ku zext û her cureyê tundiyê li ser jin û LGBTÎ’yan zêde bibûn em rojnamegerên jin hatin girtin. Çapemeniya serdest ya alîgir ku tenê qetilkirina jinan di hejmarna dibîne, bi gotinên nefret û derewan, rojnamegerên ku dengê jin û LGBTÎ’yan didin bihistin hedef digirn. Bêguman girtin ame ne tesadufe.
Sala 2025’an sala malbatê îlankirin û piştre jî ev wek sala malbatê ya 10 salan îlankirin. Ev parçeyek polîtîka mahkumkirina jinê ye. Malên jinên trans bi polîtîkayên zextên tên talankirin. Li kolanan îşkenceyan li LGBTÎ’yan dikin. Dixwazin wisa bêdeng bikin.
 
Çend hefte berê di 30’ê Çile de bi banga Komîsyona Edaletê ya ji bo Rejîmê,bi sedan jin li Enqereyê ji bo edaletê hatin cem hev. Cesareta jinan wezîr Yilmaz Tunç ji bo daxuyaniyê bide da zorê.
 
Cesaereta jinan, ji têkoşîna ji bo mafên xwe didin tê. Beriya çalakiyê jinên di forumê de mafê gotinê girtin  gotin ‘em te û çîroka te jibîr bikin’ qedexera ragîhandin. Jinan gotin ji ber tundiyê dibînin tu car dets ji têkoşînê bernadin. Tundiya mêr ne munferîte. Tundî encama polîtîkayên serdest yên mêrin. Ev polîtîkayeke bi destê saziyên dewletê, çapemeniyê û hemû dezgeyên din dikeve jiyanê. Dadgeha jin û LGBTÎ’yan ceza dike, gumanbarên desdirêjiyê, kujerên jinan bêceza dihêle.
 
Em dibin şahid ku nûnerên pergala serdets ya mêr çav berdidin mafê me, ji bo me hepsê malê bikin fetwayan didin. Ji ber vê jî tundiya mêr ne munferîte.
Em rojnamegerên jin jî ji polîtîkayên dijminê jinê para xwe digirin. Ji ber nûçeyên em li dijî tundiya li ser jin û LGBTÎ’yan çêdikin em tên tehdîdkirin, darizandin. Ji ber roportajên min bi Sezgîn Keleş ku ji aliyê parêzerê stajyer yê li gel dixebitî hat tacîzkirin, ruhsata parêzeriya wî hat betalkirin, re çêkir ez bûm hedef.  Ez hatim tehdîdkirin. Ji ber nûçeya xwe hatim darizandin. Pereyê dosyayê li min barkirin. Ji ber vê dest bi hîcizê kirin. Hesabên min hatin bloqekirin.Dest danîn ser malê min.
 
Em di vê pêvajoyê de sê kedkarên ETHA’yê hatin girtin. Lê tevî her tiştî em nivîsnadina xwe didomînin.  Ji bo 8’ê Adarê planên me hene û ji koroyê heta şanoyê rojevên me hene. Dilê me jinên girtî û yên li derve li dijî êrîşan li qadane yek e. Em hene, em ê hebin. 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz be.
 
Pinar Gayip
 
19 Şubat 2026.”