TJA: Bi deng û rengê felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' em li her derê ne

  • 11:33 5 Adar 2026
  • Rojane
AMED - TJA'yê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê vîdyoyek nû li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal belav kir.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê vîdyoyek nû li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal belav kir. TJA'yê di parvekirina xwe de wiha got:"Nêzîkî 50 salan e ku jinên Kurd li her derê li dijî zîhniyeta serdest a mêr xwe birêxistin dikin û têkoşîna xwe didomînin. Îro, deng û rengê me bi felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' li her derê ne."