Rapora binpêkirina mafên jinan: Di 2 salan de 12 jin hatin qetilkirin
- 11:28 5 Adar 2026
- Hiqûq
RIHA - Rapora Binpêkirinên Mafên Jinan a ji aliyê Baroya Rihayê û Komeleya Xwegihandina Mafê Darizandina Adil ve hatiye amadekirin, tundiya li ser jinan a li bajêr radixe ber çavan.
Li gorî rapora ku di çarçoveya projeya ku hevkariya li gel Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê de li gorî dîrokên di navbera 1’ê Çileya 2024’an û 12’ê Kanûna 2025’an de hatiye amadekirin, li bajarê Rihayê di vê serdemê de;
-12 jin hatine qetilkirin,
-187 jin li rastî tundiyê hatine,
-36 jin li rastî tacîza zayendî hatine,
-24 jin jî li rastî êrîşa zayendî hatine.
- Her wiha 16 jinan jî hewl dane xwe bikujin.
Di raporê de hate diyarkirin ku piraniya tundiya li ser jinan ji aliyê kesên ji malbatê û têkiliyên nêzîk ve hatine kirin.
Li gorî daneyan;
-Di sala 2024’an de 97,
-Di sala 2025’an jî 90 bûyerên tundiyê li ser jinan hatine tespîtkirin.
- Di heman serdemê de 36 bûyerên taciza zayendî û 24 êrîşên zayendî çêbûne.
Raporê diyar kir ku ji bilî 12 jinên ku di navbera salên 2024-2025’an de hatine qetilkirin, 2 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.







