Klîbek ji bo helbesta Abdullah Ocalan hat amadekirin
- 11:18 5 Adar 2026
- Rojane
ŞENGAL – Sitiya Nexşa helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend û klipek ji bo helbestê amade kir.
Navenda Çand û Hûnera Sitiya Nexşa di çarçoveya xebatên xwe yên hûnerî de deng da helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di manifestoya xwe ya Aştî û Civaka Demokratik de nivisîbû û klîpek jê re amade kir. Klîp, bi wesîleya roja jinên kedkar a cîhanê 8’ê Adarê hat belavkirin.
Helbesta bi navê ‘Asîmanên Azad’ ji aliyê endama Navenda Çand û Hûnera Sitiya Nexşa Sosin Seydo ve hat xwendin. Klîp li gundê Barê yê li Şengalê hat kişandin. Zarokên ku di klîpê de cîh digrin endamên koma zarokan a hêviyên Şengalê ne.
“Tiştekı^ ku tim u^ tim bi bı^ra xwe dixim heye;
Ez biçim gunde^ xwe,
Bi azad ez e^ li ewran bine^rim
Li hemu^ riye^n ku di zarokatiye^ de te^ de meşiyame
Bi meşeke azadiye^ ya xweşik bersiv bidime^.
Li hemu^ ew çeme^n ku dadiketime^
Li ew zeviye^n ku min be^hna we^ digirt he^j bi azad binihe^rim be^hn bikim
Û kelecana dinyaye^ bidime^
Ewqası^ em te^dikoşin ya!
Di dawı^ de ne^rı^neke azad
Ruhekı^ azad, wateyeke hu^r u^ ku^r
Gerdu^ne^, ası^man fe^m dikim
Ma ji ve^ he^jatir çi heye?
Be^hna axe^ digirim,
Ma ji ve^ he^jatir çiye?
Û pe^wendiye^n bi ı^nsanan re
Ma ji ve^ya he^j bi kelecantir çi heye?
Û lı^stoke^n min dilı^stin
Li wan çeman, li wan giran
Jinu^ve dı^dariya bi zarokan re
Çiqası^ kelecane^ dide?
Û dı^dariye^n azad e^n bi jinan re
Vaye tam ji we^ dı^roke^ ve
Tişta xwedawend aniye ziman
Beranberiya ve^ te^koşı^ne^ bi azad li dinyaye^ nihe^rtin.
Rêber Abdullah Ocalan”







