Li Êlihê çalakiya 8’ê Adarê hate lidarxistin
- 18:38 28 Sibat 2026
- Rojane
ÊLIH - Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Êlihê şahiyek hate lidarxistin.
Di pêşengtiya saziyên jinan de ku pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê ne bi dirûşma “Em bi jinên Rojava re piştgiriyê dihunin” di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Parka 8ê Adarê ya Jinan a Êlihê şahiyek hate lidarxistin. Gelek jin bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li şahiyê bûn. Jinan di şahiyê de qurdele bi daran ve girêdan û dû re ew qurdele weke keziyan hunandin. Jinan di vê kêliyê de dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir. Jinan hevdû bi keyfxweşî pêşwazî kirin.
Pişt re hunermendên Navenda Çandê ya Baharê (BKM) di şahiyê de li erbanan xistin û stran gotin. Jinan li ber stranan govend gerandin û têra dilê xwe keyf kirin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.







