Platforma Jinan a Enqereyê bernameya 8’ê Adarê aşkera kir

  • 18:33 28 Sibat 2026
  • Rojane
ENQERE- Platforma Jinan a Enqereyê bernameya 8’ê Adarê bi daxuyaniyekê aşkera kir û got: “Li dijî tundî, bêcezahiştin, xizanî û newekheviyê em bi hev re têdikoşin. Em di 8’ê Adarê de ji bo wekhevî, azadî û mafê jiyanê li qadan e.
 
Platforma Jinan a Enqereyê, bernameya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi daxuyaniyeke eşkere kir. Jinan beriya daxuyaniyê li navçeya Çankayayê belavok belav kirin û piştrê jî bi berzkirina dirûşmeyan hatin li cem peykere Mafê Mirovan a li navçeya Çankayayê û daxuyanî dan.
 
Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî tundî, metîngerî û şer têkoşîna me sînoran derbas dike” hat vekirin. Jinan bê navber dirûşmên, “Hezar silav ji jinên li Rojava li ber xwe didin re”, “Kuştina jinan polîtîk e”, “Em natirsin, bêdeng namînin û serî natewînin” û “Jin Jiyan azadî” berz kirin.
 
Metna daxuyaniyê endama platformê Eylul Soyluoglu xwend. Eylul Soyluoglu anî ziman ku li dijî tundî, kuştin û tunehesibandina jinan ew ê di 8'ê Adarê de li qadan bin. Eylul Soyluoglu tekildarî çalakiyên 8'ê Adarê jî da zanîn ku ew ê her roj bi belavkirina belavokan, jinan vexwînin çalakiyên 8'ê Adarê û di 8'ê Adarê. Jin diyar kirin ku ew ê di 8'ê Adarê seat 15.00'an de meşekê li dar bixin û daxuyaniyê bidin.