Ji girtiyan re kart û name hatin şandin
- 14:38 28 Sibat 2026
- Rojane
STENBOL - KBG'ê ji jinên ku di operasyona li dijî ESP'ê de hatin girtin re di çarçoveya 8'ê Aarê de kart û name şandin.
Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja a Cîhanê Jin bi Hev re bi Hêz in (KBG) ji Postexaneya Kadikoyê ji girtiyên jinên di oprasyona li dijî ESP'ê de hatin girtin re kart û name şandin.
Berî şandina kartan, pankartek bi nivîsa "Ji bo bo hevalên me yên girtî azadî",û gelek caran dirûşmên "Jin bi hev re bihêz in", "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî hevgirtina jinan" hatin berzkirin.
Selîn Top, ku daxuyanî da, got ku ew beşdarî heman çalakiyên wekî jinên ji SKM û OGK bûne û wan çalakî bi hev re organîze kirine. Selin Top got, "Di demekê de ku jin bi tirs li kolanan dimeşin, tên kuştin û şîdeta mêran li dadgehan tê beraetkirin, jinên ku li dijî şîdeta mêran derdikevin bi dijqanûnê tên girtin. Ev girtin ne tesadufî ne; ew encama tirsa zîhniyeta dewleta serdest a mêran ji hêza rêxistinkirî ya jinan e."
Piştî daxuyaniyê jinan kart û name ji jinan re şandin.
Herwiha jinên ji Meclisa Jinan a KESK'ê jî ji jinan re ji postexanyê name şandin.







