Li Montrealê êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin
- 19:32 2 Sibat 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Di meşa girseyî ya ku li Montrealê hate li dar xistin de, bang hate kirin ku ji bo gelê Kurd li ser axa xwe bi azadî û di ewlehiyê de bijî, divê HTŞ ya ku herêmê ber bi bêîstîkrariyê ve dikişîne were rawestandin.
Êrişên li ser Rojava, ji aliyê Kurdistanîyên li bajarê Montreal ê Kanadayê dijîn ve bi meşeke girseyî hatin protesto kirin. Çalakiya ku li navenda bajêr pêk hat, bi beşdariya zêde ya jin, ciwan û malbatan veguherî hevdîtineke mezin a piştgiriyê.
Di dema meşê de girseya ku qad dagirtibû, dirûşmên wekî “Şehîd namirin”, “Kurdistan wê bibe goristana barbaran”, “Kurdistan yek e”, “Kî ne em, Kurd in em”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Jin Jiyan Azadî” û “Free Kurdistan” berz kirin.
Pêşengiya jinan û beşdariya bi coş a zarokan bal kişand; girseyê her tim peyamên piştgiriyê dan berxwedana Rojava û têkoşîna YPG û YPJ’ê silav kirin.
Di axaftinan de hate destnîşan kirin ku êrişên li ser Rojava tenê bi polîtîkayên Tirkiyeyê sînordar nîn in; hate gotin ku bêdengiya DYA, NY û dewletên Ewropayê van êrişan hîn kûrtir dike. Beşdaran diyar kir ku divê civaka navneteweyî berpirsiyariyê bigire ser xwe.
Di daxuyaniyan de bal kişandin ser hewildanên HTŞ’ê yên ji bo bêîstîkrarkirina herêmê û hate gotin: “Divê HTŞ teqez bê rawestandin; gelê Kurd divê li ser axa xwe bi azadî û di ewlehiyê de bijî.”
Meş bi sirûdên Rojava û dirûşmên piştgiriyê bi dawî bû.







