ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2026'AN
- 09:00 2 Sibat 2026
- Rojev
*Jin der barê hedefgirtina keziyên jinan a ji aliyê çeteyên HTŞ’ê ve û dîmenên hatine parvekirin de axivîn û wiha gotin: “Li ser bedena jinan polîtîkayek tundiyê ya sîstematîk heye. Saziyên navneteweyî bêdengin. Ev êrîş ji hev serbixwe nînin.” DÎMEN HEYE
* Endama KE’yê Laura Castel got: “Divê bang li hikûmeta Sûriyeyê bikin ku di destura bingehîn ya pêşerojê de mafê tayînkirina qedera xwe ji bo Kurdan bê nasîn. Hemû gel xwedî vî mafî ne. Di Şerta Neteweyên Yekbûyî de jî ev maf tê nasîn.” DÎMEN HEYE
*Tevî êrîşên li ser şoreşa jinan û şêwaza jiyana demokratîk a li Rojava jî, peymana ku di navbera QSD û hikûmeta Şamê de hat îmzekirin, deriyê pêvajoyeke nû vekir. Berdevka TJA’yê ya Mêrdînê Hatîce Oncu destnîşan kir ku ev pêvajo ne dawî ye, lê qonaxek nû ye ku tê de têkoşîna azadiya jinan û berxwedana demokratîk divê bi awayekî rêxistinkirî were berfirehkirin.DÎMEN HEYE
*Berdevka Çapemeniyê ya YPJ'ê Ruksen Mihemed li ser peymana di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Şamê de ku îro ket meriyetê, got, "Divê em li hember provokasyonan hişyar bin. Berxwedan û seferberî berdewam dike. Divê ciwan berê xwe bidin Rojava." DÎMEN HEYE
* Jinan di meşa Roja Piştgiriya Rojava ya li Amed de axivîn û diyar kirin ku berxwedana Rojava bi têkoşîna kolektîf a jinan berdewam dike. BI DÎMEN







