Ji ciwanên enternasyonalist semînera Rojava
- 22:07 1 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê, nêzî 40 ciwanên enternasyonalist ji bo nirxandina geşedanên siyasî û civakî yên li Rojavayê Kurdistanê, di semînerê de hatin cem hev.
Li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê, nêzî 40 ciwanên enternasyonalist ji bo nirxandina geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê semînerek li dar xistin. Çalakî ji aliyê navenda têkiliyên derve ya ciwanan “Ronahî” ve hate organîzekirin.
Di semînerê de, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Rojhilata Navîn û stratejî û mudaxaleyên hêzên emperyalîst ên li herêmê bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Beşdaran nêrîn û nirxandinên xwe parve kirin û zemînekî nîqaşê yê kolektîf ava kirin.







