Li Dêrik û Girkê Legê meş: Bijî berxwedana Rojava
- 14:25 1 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di meşên Dêrik û Girkê Legê de hate diyarkirin ku berxwedana Rojava ya li hemberî êrişan û helwestên piştvaniyê hevsengî guhertin. Her wiha hate gotin, serhildana gel, seferberiya giştî û yekitiya neteweyî mîsogeriya parastin destkeftiyan ne.
Li Dêrik û Girkê Legê bi boneya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê de bi sedan kes herikîn qadan.
Şêniyên bajarê Girke Legê, Rimêlan û gundewarên wê meşek li dar xist. Meş ji qada Şehîd Xebat bi rakirina alên Kurdistanê, YPJ,YPG û QSD`ê dest pê kir.
Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser giyana şehîdan Hevserokê Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kenan Berekat axivî û wiha got: "Gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî ya hesas re derbas dibe. Gelê Kurd bi hêz, yekitî û destekdayîna hêzên xwe yên leşkerî hemû hewldanên qirkirina gelê Kurd têk birin."
Her wiha Kenan Berekat anî ziman ku divê her kes di vê pêvajoyê de baldar be, yekitiya xwe xurt bikin û bi hevre li hemberî êrişên li ser herêmê têne kirin, bisekinin.
Meş bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî yekitiya Kurdan" bi dawî bû.
Dêrik
Li bajarê Dêrikê jî meş ji qada Azadî ya bajar dest pê kir, di meşê alên Kurdî û pankartên li ser hatibû nivîsandin` Bijî berxwedana Rojava" û"Bijî yekitiya Kurdan" vekirin.
Meş li pêşiya Navenda Ciwanan a Şehîd Bawer veguherî mîtîngê û deqeyek rêz hat girtin. Piştre endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ebduselam Ehmed axivî û wiha got: "Şoreşa Rojava û fedakariya şehîdan yekitiya gelê Kurdistanê çêkirin."
Ehmed di berdewamiya gotinên xwe de got tevahî dewletan komplo li gelê Kurd kirin û wiha berdewam kir: "Îradeya gelê Kurd, hevgirtina wan û berxwedana wan hemû hevsengiyên navneteweyî guhertin. Gelê Kurd ji bo deskeftiyên Şoreşa Rojava biparêzin rabûn ser xwe û li qadan e. Divê em têkoşîna xwe berdewam bikin heyanî ku hemû komployên navneteweyî yên li dijî gelê Kurd têk bibin."
Mîtîng bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî yekItiya gelê Kurd" bi dawî bû.







