Şêniyên Wanê ji bo Rojava bûn yek
- 16:07 1 Sibat 2026
- Rojane
WAN - Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli di civîna çapemeniyê de ku li Wanê di çarçoveya "1'ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re" de hat lidarxistin, axivî û got, "Bi hezaran silav ji Rojava re. Em li kêleka têkoşîna we ne, em ê tu carî paşve gav neavêjin."
Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê (DEKUP) di çarçoveya "1'ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re" de, ku ji bo nîşandana piştgiriya bi Rojava re hatibû ragihandin, li meydana bajêr civînek çapemeniyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê de pankartek bi nivîsa "Em bi rihê yekîtiya neteweyî ya demokratîk cîhanê silav dikin, 1'ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re" hat nîşandan û gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava" û "Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e" hatin berzkirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Cemal Demir, hevserokê Şaxa bajarê Wanê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve hat xwendin.
Cemal Demîr diyar kir ku Rojava, ku teoriya Modernîteya Demokratîk lê tê temsîlkirin, alternatîfa herî xurt a li dijî zîhniyeta kolonyal û yekperest e û got, "Wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî diyar kir, 'Rojava ne tenê manîfestoya azadiyê ya yek gelî ye; ew manîfestoya azadiyê ya gelan, baweriyan û bi taybetî jinan e."
Piştre, Gulderen Varli, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) axivî. Gulderen Varli got, "Li kêleka Rojava sekinandin tê wateya parastina mirovahiyê."
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.







