MSD: Lihevkirin gavek e rast a ji bo bidawîkirina pevçûnan e

  • 22:36 31 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - MSDˊê lihevkirina di navbera QSD’ê û hikumeta demkî de  wek gavek e berbi dawîkirina aloziyê û amadekirina qonaxeke siyasî ya nû ve ye, nirxand.
 
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) der barê lihevkirina di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî de daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kir ku MSDˊê lihevkirina dawî ya di navbera hikumeta demkî û QSDˊê de wekî gavek di pêvajoya êrîşan de hatiye avêtinê û wiha got: “Armanc ji vê lihevkirinê dawî li aloziyê bê, pêşî li kaoseke din were girtin û mercên ji bo qonaxeke siyasî ya nû were afirandin ku pêwîstî bi çareserkirina sedemên bingehîn ên pevçûnê heye. Her lihevkirineke siyasî yan ewlehî tenê dikare bi rêjeya pabendbûna wan a pratîkî ya parastina sivîlan, garantîkirina mafên sivîl û siyasî yên Sûriyeyê, misogerkirina vegera ewle û bi rûmet ji bo koçberan û parastina aştiya sivîl û aramiya civakî were nirxandin. Bûyerên vê dawiyê bi diyalogan dihatin çareserkirin. Em êrîşên li dijî herêmê şermezar dikin.”
 
MSDˊê di daxuyaniyê de diyar kir ku qonaxa heyî pêwîstî bi ji nû ve avakirina baweriyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de heye. Berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê rê li ber fitneyan were girtin, hevbeşiya Erebî-Kurdî were xurtkirin û rola hêzên sivîl û siyasî wekî garantorên rastîn ên yekitî û aramiya welat were çespandin, dûrî mantiqê serdestî yan dûrxistinê.”
 
MSDˊê di dawiya daxuyaniyê de got di demekê de ku vê qonaxa hestiyar û astengiyên wê dişopîne, diyar dike ku ew ê li ser bingeha bernameya xwe ya siyasî ya niştimanî xebatên xwe bidomîne. MSD’ê wiha bidawî kir: “Berpirsyariyên xwe yên dîrokî hildigire ser milê xwe û di wê baweriyê de ye ku tiştê îro li Sûriyê diqewime ne dawiya rêgehê ye, lê belê kêliyeke veguhertinê ye. Ev kêlî li ser hemû hêzên demokratîk ferz dike ku rolên xwe ji nû ve birêxistin bikin û berevaniya daxwazên Sûriyeyiyan ên ji bo azadî, rûmet, dadmendî û demokrasiyê de bikin.”