10 roj in ji Nîmet Kiiç agahî tune ye

  • 18:06 31 Çile 2026
  • Rojane
AMED – Hewldanên lêgerînê ji bo Nimet Kiliç ku piştî derketina ji mala xwe ya li navçeya Çinarê di 21’ê Çile de winda bû, ketin roja xwe ya dehemîn.
 
Hewldanên lêgerînê ji bo Nimet Kiliç a 45 salî, ku di 21’ê Çile  saet di 5:12’ê sibê de piştî derketina ji mala xwe ya li taxa Kubacik a  navçeya Çinar a Amed winda bû berdewam dikin.
 
Bi tevahî 338 personel ji AFAD, cenderme, tîmên Lêgerîn û Rizgarkirinê yên Zanîngeha Dîcleyê û gelek saziyên din beşdarî lêgerînê dibin, lê tu agahî li ser Nimet Kılıç nehatiye bidestxistin.
 
Malbata ku me di derbarê mijarê de pê re têkilî danî, diyar kir ku hewldanên lêgerînê yên ji bo Nimet Kiliç bi rojan e berdewam dikin, diyar kır ku ew jî beşdarî lêgerînê dibin û daxwaz kir ku her kesê ku Nimet Kiliç bibîne, ji qereqola polîsan a herî nêzîk re ragihîne.