Ji bo meşa dê sibe li Pirsûsê bê lidarxistin bang

  • 18:50 31 Çile 2026
  • Rojane
RIHA - Platforma Saziyên Demokratîk dê di çerçoveya 1ê Sibatê Roja Hevgîrtînê ya bi Rojava re ya Cîhanê ji navçeya Pirsûsê ber bi sînorê Kobanê ve meş li dar bixe. Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Nihat Demîrbîleklî ji bo tevlîbûna çalakiyê bang li gel kir.
 
Platforma Saziyên Demokratîk dê tekildarî 1ê Sibatê Roja Hevgîrtînê ya bi Rojava re ya Cîhanê dê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ku sînorê Kobanê ye, çalakiya meşe li dar bixe. Girsê dê li qada navçeyê ya Pirsûsê kom bibe û ber bi sînorê Kobanê ve bimeşe. Çalakiya meşe dê di seat 15.00an de dest pê bike. Parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê, rêxistinên navçe û Rihayê û nûnerên saziyên giredayî platformê dê tevlî meşê bibin. Her wiha Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî dê tevlî meşê bibe.
 
Banga tevlîbûnê
 
Hevserokê DEM Partî yê Rihayê Nihat Demîrbîleklî tekildarî çalakiya meşî diyar kir ku ew ê li dijî êrişan, ji bo piştgiriyê çalakiya meşê li dar bixin û ev bang kir: “Nezî meheke ku li ser Kobanê êriş û dorpeç heye. Em ê li dijî dorpeça li ser Kobanê û bi giştî êrişên li ser Rojava li qada navçeyê ber bi sînorê Kobanê ve çalakiya meşe li dar bixin. Daxwaza me ew e ku em bala tevahî cîhanê bikêşin ser Rojava. Li Rojava pergaleke demokratîk û wekheviya jin û hemû netewan esas digirê hatiyê damezrandin. Ji bo parastina vê pergalê li dijî êrişan em bang li tevahî gelê xwe dikin bila tev li meşê bibin. Em bi hev re hem 1ê Sibatê Roja Hevgîrtînê ya bi Rojava re ya Cîhanê pîroz bikin û hem jî balê bikşînin ser rewşa Rojava.”