Li Amedê ji bo tevlibûna meşe belavok belav kirin
- 18:05 31 Çile 2026
- Rojane
AMED – Li Amedê ji bo meşa ku dê li dijî êrişan bê lidarxistin, belavok hatin belavkirin û banga beşdarbûnê hat kirin.
Piştî êrişên li ser Rojavayê ji aliyê HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, li Amedê ji bo meşa ku dê di çarçoveya "1'ê Sibatê Roja Cîhanê ya Hevgirtina bi Rojavayê re" dê meşek bê lidarxistin. Meş dê sibê saet di 3'yê piştî nîvro ji Abîdeya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê dest pê bike heta ber AZC Plaza ya li Semta Ofîsê bidome. Dê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî beşdarî meşê bibe. Li navçeyên Rezan û Yenîşehîr ên Amedê, pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk bi vê boneyê belavok belav kirin û banga beşdarbûna li meşê kirin.
Di dema belavkirina belavokan de, îşaret bi girîngiya qewimînên li Rojavayê hat kirin.







