Li Grazê li dijî bêdengiya navneteweyî bertek

  • 01:33 30 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li bajarê Garz a Awusturyayê, êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser Rojava û dorpêça giran a li ser Kobanê hate protestokirin.
 
Li bajarê Garz ê Awusturyayê, êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser Rojava û dorpêça giran a li ser Kobanê, bi çalakiyeke hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Şaredariyê li hev civiyan û banga berpirsyariyê li raya giştî ya navneteweyî kirin.
 
Di daxuyaniya hevpar a çalakiyê de, hate destnîşankirin ku êrîşên li ser Rojava û dorpêça li ser Kobanê, sûceke mirovahiyê ya eşkere ye. Beşdaran di serî de Awusturalya bang li hêzên navneteweyî kirin ku dawî li bêdengiyê bînin.
 
Girseyê banga bilindkirina hestiyariyê ji bo çalakiya ku wê sibê were lidarxistin, kir. Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên, “Gelê Kurd yek e” û “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin.