SOHR: Malbatên Efrînî yên li Kobanê bi krîzeke giran a mirovî re rû bi rû ne
- 13:16 29 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku malbatên bi zorê ji Efrîn a dagirkirî hatin koçberkirin, di nava şert û mercên giran ên zivistanê de bi krîzeke mirovî re rû bi rû ne.
Di daxuyaniya SOHR'e de hate gotin, bi dehan malbatên ku piştî ji Efrînê hatin koçberkirin, ji Tebqa û Reqayê jî hatin koçberkirin û ji ber êrişên dawî neçar man xwe li dibistanên li Kobanê bigirin.
SOHR'ê got, "Lê belê malbat ji ber şert û mercên giran ên zivistanê û kêmaniya pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê bi krîzeke giran a mirovî re rû bi rû ne" û diyar kir ku li dibistanên Kobanê yên koçber lê dimînin elektrîk, av û alavên germkirinê nîne.
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Ji ber ku alîkariyeke xurt a mirovî ji herêmê re nayê pêşkêşkirin, trajiya malbat di nav de ne kûrtir dibe."
Di daxuyaniyê de bi taybetî işaret bi rewşa zarokan hate kirin ku ji ber sermê û mercên giran ên li derveyî mirovahiyê bi rîska giran re rû bi rû ne û banga alîkariya lezgîn hate kirin.







