Ji KOMAW’ê ji bo Rojava seferberiya dîplomatîk a navneteweyî

  • 00:00 29 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KOMAW ji bo bal bikşîne ser êrîşên li ser sivîlên li Rojava dosyeyên pirzimanî di serî de Ewropa pêşkêşî saziyên navneteweyî kir. Parlamentoya Ewropayê û Wezareta karên Derve ya Almanyayê bersivên erênî dan.
 
Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ji bo komkujiyên sivîlan û binpêkirinên mafên mirovan ên giran li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bîne rojeva navneteweyî, xebateke dîplomatîk a berfireh meşand. Dosyayên agahdar ên ku ji hêla saziyê ve bi Îngilîzî, Fransî, Almanî û Flamanî hatine amadekirin, ji rêxistinên navneteweyî, saziyên dewletê, partiyên siyasî, saziyên mirovî û olî re hatine şandin.
 
Dosya di serî de ji Fransa, Almanya, Brîtanya, Swîsre, Hollanda, Belçîkayê û gelek welatên Ewroapyê re hatine şandin. Rayedarên KOMAW’ê diyar kirin ku ji serlêdanan bersivên erênî hatine wergirtin.
 
Li gorî daxuyaniya saziyê, Parlamentoya Ewropayê, Wezareta Karên Derve ya Almanyayê, Partiya Çep (Die Linke) û Xaça Sor a Elmanyayê bi gotina “Em rewşa li Rojava ji nêz ve dişopînin û em ê vê mijarê bînin rojeva xwe” bersiv dan serlêdanên wan.
 
KOMAW’ê daxuyand ev têkiliyên dîplomatîk wê bi van welatan ve sînordar nebin, wê li hemû welatên Ewropayê û li ser platformên navneteweyî berdewam bikin.
 
Dosyaya ku ji alî komeleyê ve ji saziyên navneteweyî re hatiye şandin; sivîlên li herêmê ji hêla bermahiyên DAÎŞ’ê, çeteyên HTŞ’ê û operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê ve hedef tên girtin û destnîşan kir mafê jiyanê yê jin, zarok, kal û pîran û sivîl ên bêparastin tên binpêkirin. KOMAW’ê diyar kir ku koçberkirina bi darê zorê, girtinên keyfî, kuştin û zexta sîstematîk berdewam dikin.
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Ev êrîş ne tenê erdnîgariyekê,  di heman demê de wijdanê hevpar ê mirovahiyê jî hedef digirin. Gelê Rojava bi salan e di şerê li dijî DAÎŞ’ê de ji bo mirovahiyê bedelên giran daye. Îro, heman gel careke din bi tundî, tirs û nezelaliyê re rû bi rû ye."
 
KOMAW daxwazên xwe wiha rêz kir:
 
“*Rawestandina tavilê ya hemû êrîşên leşkerî yên li dijî Rojava û destpêkirina hewldanên dîplomatîk ên bi bandor;
 
*Sûcên li dijî sivîlan ji aliyê şandeyên navneteweyî yên serbixwe ve bên lêpirsînkirin;
 
*Berpirsiyariya dewletên berpirsiyar û avaniyên çekdardi çarçoveya qanûnên navneteweyî hesab bidin,
 
*Ji bo herêmê korîdora alîkariya mirovî bê vekirin,
 
*Sivîlên ji cih û warên xwe hatin e dûrxistin ji bo bi ewlehî û bi rûmet vegerin malên xwe mekanîzmaya parastina navneteweyî bê avakirin
 
*Mafê jiyaneke demokratîk û aştiyaneya gelê Kurd û hemû gelên li herêmê dijîn bê misogerkirin.”
 
KOMAW di daxuyaniya xwe de got: "Em ne tolhildanê edaletê, ne bêdengî berpirsyariyê daxwaz dikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku li dijî karesata mirovî ya li Rojava helwestek zelal û vekirî bigire; li ser bingeha aştî, hiqûq û rûmeta mirovan tevbigerin."