Li Amedê ji bo rojava daxuyanî

  • 15:02 28 Çile 2026
  • Rojane
AMED - Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê, lîsteya alîkariya dê ji bo Kobanê were kirin û navnîşan parve kir û bang li tevahiya gel kir ku piştgiriyê bidin.
 
Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê ku ji bo Kobanê dest bi alîkariya mirovî kiriye, daxuyanî da. Daxuyanî li Navenda Fuarê ya Navneteweyî ya Mezoptamyayê hate lidarxistin û pêkhateyên platformê tev li bûn. Metna bi Kurmancî Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Zeynep Sîpçîk û metna bi Tirkî jî Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê Ercan Yilmaz xwend.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Li hemberî krîza mirovî ya ku hefteyên dawî li Kobanê kûr dibe, piştî banga me ya duh a ji bo raya giştî, wekî Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê me kampanyaya xwe ya alîkariya mirovî ya lezgîn daye destpêkirin. Ji ber koçberiya zêde û mercên giran ên jiyanê li herêmê, di gihîştina malzemeyên pêdiviyên bingehîn de pirsgirêkên cidî tên jiyîn. Di vê çarçoveyê de, li gorî lîsteya pêdiviyan a ku ji qadê ji me re hatiye ragihandin, berhevkirina van malzemeyan dest pê kiriye.
 
Lîsteya Pêdiviyên Lezgîn:
 
*Ava vexwarinê
 
*Malzemeyên xwarinê
 
*Berhemên hîjyenê yên jinan
 
*Şîr
 
*Xwarin (mama) û potikên (bez) zarokan
 
*Betanî
 
*Cil û bergên zivistanê (mont, qazax, bot)
 
*Berhemên destê duyem (eskî) nayên qebûlkirin.
 
Navendên berhevkirina alîkariyê:
 
*Qada Fuarê (Rêya Elazîzê) – Têkilî: 0 536 031 24 21
 
*Otoparka Stadê Millet Bahçesi (Stadyuma Kevn) – Têkilî: 0 536 031 24 61.”
 
Deriyê sînor ê Murşîtpinarê
 
Tê plankirin ku hemû alîkariyên mirovî yên hatine berhevkirin, di ser Deriyê Sînor ê Mûrşîdpinarê re derbasî Kobanê bibin. Her wiha em radigihînin raya giştî ku 30 TIR’ên ku dê bi malzemeyên alîkariyê werin barkirin niha amade ne û bi girtina destûrên pêwîst re dê sewqiyat demildest pêk were.
 
Banga piştevaniyê
 
Em bang li hemû gelê xwe û aliyên hestiyar dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyaya piştevaniya mirovî.”
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun jî piştî daxuyaniyê axivî û got: “Zêdetirî 20 roj in li ser Rojava êrişên dijwar hene û Kobanê hatiye dorpêçkirin. Gel, pirsgirêkên cidî yên weke av, xwarin, ceyran û sotemeniyê dijî. Platformê, hevalên me û rêveberiyên herêmî bi hev re ji bo gelê Kobanê kampanyayeke mezin da destpêkirin. Li Kobanê ava vexwarinê tune ye. Dive Tirkiye Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê veke.”