Li Amedê bi hezaran kjes ji bo Rojava kom bûn 2026-01-28 15:02:38   AMED - Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê li dijî êrîşên li ser Rojava li ber girtîgeha Tîpa E ya Amedê kom bûn û li vir daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya bang li hemû gelê cîhanê kir û xwest hemû cîhan deng bide denge Rojava. Li ruxmê barana zêde girse heta dawî beşdarî çalakiyê bû.   Di pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê de bi hezaran welatî li dijî êrîşên li ser gelê Rojava li pêş girtîgeha Tîpa E ya Amedê kom bûn. Nûnerên saziyên sîvil, Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Navçeyên Amedê  û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Girseyê di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Şehîd Namirin”, “Rojava Rojhilate Kurdîsan Yek Welate” berz kirin. Girseyê xwest bimeşe, lê polîsan girse dorpêç kir û destûr neda girse bimeşe. Girseya ku di bin barana zêde de kom bû, li pêş girtîgehê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de zêdebûna baranê û sîwanên ku welatiyan li ser xwe vekiribûn bal kişand. Parlementera DEM Partiyê ya Amedê  Adalet Kaya li vir axivî û astengiya polîsan şermezar kir.   ‘Divê herkes li dijî êrişan raweste’   Adalet Kaya bal kişand li ser êrişên li dijî Rojava û Kobanê û wiha got: “Piştgiriya Mesûd Barzanî û Bafîl Talabanî ya ji bo gelê Rojava girîng e. Em jî wek DEM Partiyê ketine nava tevger û lêgerîneke ku em alikariyê bişînin Rojava. Dewletên cîhanê divê deng bidin denge Rojava. Divê li dijî êrişên li ser Rojava bisekinin. Îro pergala Rojava bi fikrê Rêberê Gelê Kurd ava bûye. Rojava ji bo me hemû Kurdan girînge. Em dibînin ku yekitiya Kurda mezin bûye. Em bi vê yekê kêfxweşin. Em dixwazin vê yekê mezin bikin. Kurd li Rojava, Rojhilatê, Bakur û Başur yek in.”   ‘Pirsgirêk bi muzakereyan çareser dibin’   Adalet Kaya di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya muzakereyan û got: “Îro em ji bo piştgiriya gelê Rojava li ser pêyan in. Sibê em ê ji bo Rojhilat li ser pêyan bin. Em ê hertim li pişt gelê xwe bin. Em li vê derê bang li dewletê dikin. Em bang li Wezareta Ewlehiya Hindûrîn dikin ku wan qedexeyan rakin û rê vekin. Em dixwazin piştgiriyê bidin gelê Rojava. Ev pêvajo tenê ji bo Bakur nîn e. Ji bo Başur, Rojhilat û Rojava ye. Ji bo wê em dixwazin ev êriş bên rawestandin. Pirsgirêk bi rêya diyalog û muzakereyan tê çareserkirin.”   Piştî daxuyaniyê girse belav bû.