Rojnameger Zîlan Gul hat binçavkirin

  • 09:56 26 Çile 2026
  • Rojane
AMED – Zîlan Gul, xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê, piştî serdegirtina polîsan a îro sibê li Amedê hate binçavkirin.
 
Zîlan Gul di serdegirtina mala wê ya li Amedê de hate binçavkirin. Zîlan Gul birin Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê (TEM) ya Midûriyeta Polîsan a Amedê. Derbarê sedema binçavkirina wê de hîn tu agahî nehatiye dayîn.
 
Komelaya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG)  û Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), di daxuyaniyekê de ku bi rêya hesabên xwe yên medyaya dîjîtal dan, gotin, "Em serdegirtina malê û binçavkirina hevkara xwe şermezar dikin û daxwaza serbestberdana wî ya tavilê dikin."