Rojnameger Zîlan Gul hat binçavkirin 2026-01-26 09:56:41   AMED – Zîlan Gul, xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê, piştî serdegirtina polîsan a îro sibê li Amedê hate binçavkirin.   Zîlan Gul di serdegirtina mala wê ya li Amedê de hate binçavkirin. Zîlan Gul birin Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê (TEM) ya Midûriyeta Polîsan a Amedê. Derbarê sedema binçavkirina wê de hîn tu agahî nehatiye dayîn.   Komelaya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG)  û Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), di daxuyaniyekê de ku bi rêya hesabên xwe yên medyaya dîjîtal dan, gotin, "Em serdegirtina malê û binçavkirina hevkara xwe şermezar dikin û daxwaza serbestberdana wî ya tavilê dikin."