Ji Partiya Sosyalîst a Hindîstanê banga piştevaniya ji bo Kurdan

  • 21:06 24 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Têkiliyên Derve ya Partiya Sosyalîst a Hindistanê, têkildarî êrîşên li ser Rojava daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Rojavayî Kurd bi tenê hiştine û banga piştevaniya navneteweyî hat kirin.
 
Komîteya Têkiliyên Derve ya Partiya Sosyalîst a Hindistanê, têkildarî êrîşên li ser Rojava daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Kurd, wek gelê ku li welatên cuda yên mîna Îran, Azerbaycan-Ermenistan, Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê belav bûne, bi zext û pevçûnan re rû bi rû ne; tevî vê yekê dîrok, çand û lêgerîna azadiyê ya hevpar Kurdan li gel hev digire.
 
‘Gelê Kurd pir caran tenê hatiye hiştin’
 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rola  gelê Kurd a di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de û hat bi bîr xistin ku Kurdan bi fedayitiya bi hezaran şehîdan mirovahî ji barbariya cîhadîst parastiye.  Hat destnîşankirin ku hêzên welatên Rojavayî, bi taybetî jî DYA, gelek caran Kurd  tenê hiştine.Di berdewamiyê de wiha hate gotin: “Îro beşek ji Rojavayê di bin êrişan de ye û Kurd li ser bingeha mafê gerdûnî yê diyarkirina çarenûsa xwe ku di Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) de cih digire, ji her demê zêdetir hewceyî piştgiriya navneteweyî ne. Parastina jinan pêdiviyeke lezgîn e. Êrişên komên çekdar ên girêdayî Colanî ji bo jinan gefeke giran e. Rojava ji aliyekî ve gotina Îslamafobî û ewlehiyê hildiberîne, ji aliyê din ve jî piştgiriya nerasterast an jî eşkere dide komên cîhadîst ên li herêmê, ku ev yek polîtîkayeke durû ye.”
 
Banga piştevaniyê
 
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ DYA di çarçoveya berjewendiyên xwe yên emperyalîst de li herêmê roleke bêîstîkrar lîstiye. Kurd wekî berê, îro jî ji bo hesabên jeopolîtîk ên hêzên mezin bi tenê hatine hiştin. Têkoşîna azadiya Kurdan di qada navneteweyî de heqê piştgiriyeke hîn bihêztir û biperensîp dike. Bi têkoşîna gelê Kurd re di piştgiriyê de ne. Pêwîstiya helwesteke gerdûnî û biperensîp a li dijî polîtîkayên durû yên Rojavayê. Em banga piştgiriya ji bo têkoşîna gelê Kurd dikin.”