Bi hezaran kes li Lefkoşeyê daketin kolanan
- 02:13 23 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kesên ku li Lefkoşayê meşiyan, nerazîbûn nîşanî dewletên emperyalist dan ku çeteyên DAIŞ’ê ji nû ve organîze dikin û peyama “Rojava ne bi tenê ye, em ê her roj li qadan bin” dan.
Li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd ên li Rojava û ji nû ve organîzekirina çeteyên DAIŞ'ê, li paytexta Lefkoşa ya Qibrisê çalakiyeke protestoyî ya girseyî hate lidarxistin. Di çalakiyê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî van êrîşan hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku sûcên şer ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo Ewropa û hemû gelan gefeke mezin e.
Ji bilî gelê Kurd, Partiya Keskan a Qibrisê di serî de gelek partiyên siyasî, rêxistin û saziyên demokratîk beşdarî çalakiyê bûn. Partiya Keskan a Qibrisê li pêşiya meşê bi pankarta bi zimanê Yewnanî û Kurdî “Em li cem gelê Kurd in” meşiya. Meş bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Şoreşa Rojava dest pê kir.
Meşa ku li nêzî avahiya Wezareta Karên Hundir dest pê kir, heta avahiya Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Lefkoşayê berdewam kir. Girseyê ligel reng û sembolên gelê Kurd, dowîzên ku teşhîr dikin ku çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Erdogan û serçete Colanî ve hatine berdan, hilgirtin. Çalakgeran destnîşan kirin ku ev polîtîka ne tenê li Rojhilata Navîn, li Ewropayê jî ewlehiyê dixe xetereyê û bal kişandin ser wê yekê ku avakirina DAIŞ’ê ya ji nû ve, stratejiyeke şer a bi zanebûn e.
Di dema meşê de dirûşmên “Berxwedana Rojava”, “Berxwedana YPG-YPJ”, “Bijî yekîtiya neteweyî”, “Terorîst Erdogan, terorîst Colanî” hatin berzkirin û bêdengiya hêzên navneteweyî û bi taybetî ya Yekîtiya Ewropayê ya li hemberî komkujiyên li Rojava hate protestokirin.







